JI BO CÎHANEKE BÊNEYARTÎ, BÊKEDXWARÎ, BÊÇÎN Û BÊSÎNOR BIJÎ 1Ê GULANÊ


11:41 01.05.2021
 JI BO CÎHANEKE BÊNEYARTÎ, BÊKEDXWARÎ, BÊÇÎN Û BÊSÎNOR BIJÎ 1Ê GULANÊ
Ji çapemenî û raya giştî re  
 
Îsal di van demên ku em êdî gihîştin roja 1ê gulanê de dawîya van du salan de li cîhanê hemû dewlet, civak, karker û kedkar li dijî şert û mercên şewba koronayê li ber xwe didin. Dewletên ku naxwazin hilberîn raweste di dewsa ku di qada xizmet û hilberînê de şert û mafên kedkaran û bi taybetî yên xebatkarên tendurustîyê bigihînin asteke baş, peywira xwe nayînin cih û di vî warî de tiştekî nakin. Karker û kedkarên ku bi girtina kargeh û dikanan betal man zehmetîyeke mezin dikişînin, Bi xizanî û feqîrtîyê re rû bi rû dimînin. Her wiha em dibînin ku roj bi roj hejmara xwekujîyê jî zêde dibe. Yên ku divê karker, xebatkar û hemû civakê ji nav vê rewşa bêhêvîtî û bêkarîyê derxe di serî de dewlet û sazîyên dewletê ne. Ev rewşa ku bi şewba koronayê re hîn girantir bûye di nav rojên ku em dikevin 1ê gulanê de êdî li hemû cîhanê wateya xwe zêdetir dike.
       Em wekî Komeleya çavdêrîya Koçê îsal dixwazin di 1ê Gulanê de pirsgirêkên karkerên demsalî yên ku ji bo debara xwe bikin ji cih û warên xwe bi mecbûrî koç dikin, pirsgirêkên penaber û koçberên ku ji derveyî welêt hatine û zehmetîyên ku dikişînin, mijara kedxwarîyê, sucên neyartî û nijadperestîyê bi raya giştî re parve bikin û em dixwazin balê bikişînin ser van xalan. 
      Karker û paleyên demsalî, paleyên ku di hin meh û demên dîyar ên salê de ji bajarê xwe ji cih û warê xwe derdikevin û diçin bajarên din û li van deran bi pirsgirêkên wekî çûn û hatinê, erzanîya hêza karkirinê û cihên mayînê dijîn û bi sucên nijadperestîyê re rû bi rû dimînin. Li Tirkîyeyê bi hejmareke pir mezin, nêzî 6-7 milyon karker û paleyên demsalî hene. Li bajarên ku ev karker çûn ji bo bixebitin, mafên wan ên herî bingehîn, pêwîstîyên wan ên wekî cihê mayînê nedan wan û di sala 2021an de karker di nav konan de man. Karker dema ku çûn cihên karên xwe serwîsa ku divê 15 karker siwarî wê bibe mecbûr man ku 30 kes siwar bibin. Lê ev rewş her çiqas divê piştî derketina şewba koronayê biguhere û bergirî li hemberî koronayê bihê stendin jî dîsa di serdema herî giran a koronayê de jî li dijî nexweşîyê, li dijî rîska pêketin û belavbûna şewbê hejmara kesên ku di serwîsekê de diçin û dihên kêm nekirin û bergirîyên din jî nesitendin. Her roj di serwîsekê de bi dehan kes mecbûr man ku rêwîtîyê bikin û xwe bigihînin karên xwe. Em dîyar dikin û dixwazin balê bikişînin ser vê yekê ku gelek mirinên karkerên demsalî ji ber van serwîsên ku heya serî tije ne pêk hatin lê karkerên demsalî tenê di mirinên qezayê yên ku li ser rêyan pêk dihên dibin nûçe û dikevin rojeva çapemenîyê. Lê wekî din her roj ew bi gelek sedemên mirinê re rû bi rû dimînin. 
       Dîsa mijareke din heye ku em dixwazin balê bikişînin ser. Karkerên demsalî yên ku dixwazin di bajarên xwe de bixebitin rastî zilma kardêran dihên. Kardêr wan bi erzanî didin xebitandin. Ji ber vê yekê karker mecbûr dimînin ku ji bajarê xwe derkevin û biçin bajarên din. Kardêrên wan bajaran jî ji ber ku ji vê rewşê haydar in vê yekê ji bo berjewendîya xwe bi kar tînin û wan karkeran mecbûrî xwe dikin. Karkerên demsalî di şeveqa kor de radibin heya êvarê di nav zevî û erdan de dixebitin.
Pirsgirêkeke din ku karkerên demsalî dijîn jî ji bilî meseleyên çûn û hatinê, cihê mayînê, qezayên giran û heqdestên kêm hwd. rewşa karkerên ku ji bajarên kurdan diçin bajarên rojavayê tirkîyeyê ye. Karkerên kurd ku mecbûr dimînin biçin li rojavayê Tirkîyeyê bi demsalî bixebitin rastî êrîşên nijadperestîyê dihên. Polîtîkayên nijadperestîyê yên ku hukumet û desthilatdarî li ser kurdan dimeşîne dibe bingeha van êrîşan. Lêpirsînên ku li ser van êrîşan dihên vekirin ji ber ku di dawîyê de sucdar cezayên ku heq dikin nastînin ev suc hîn bêhtir zêde dibin.     
      Karkerên penaber ku ji alîyekî ve ji ber penaberîyê zehmetîyên mezin dikişînin û ji alîyekî ve jî ji ber ku ji xizanîyê û bi mecbûrî dixebitin li gorî kesên din, beşên din ên civakê hîn zêdetir rastî tehdeyan dihên. Di vê 1ê gulanê de jî li gorî salên din em dibînin ku ji bo wan kesan tiştek neguherîye. Kardêran karkerên penaber bêyî ewlehîya kar û temîneke tendirustîyê bi awayekî nefermî bi mecbûrî dan xebitandin û kedxwarîya li ser wan hat berdewamkirin. Tenê li gorî daneyên Meclîsa Ewlehîya Kar û Tendirustîya Karkeran di sala 2020an de 101 penaber û koçberên karker di kujerîyên kar de jîyana xwe ji dest da. Hîn berîya çend rojan di 25ê Nîsanê de 4 karkerên penaber yên Efxanîstanî li Arnavutkoyê ya ku girêdayî Stenbolê ye di sazgeheke xirdewatê de di encama derketina êgir de jîyana xwe ji dest da.  Karkerên penaber ne tenê bi van binpêkarîyên mafan û bi xemsarîyan re, di heman demê de bi sucên neyartî û nijadperestîyê re jî rû bi rû man. Hefteya borî li Engereyê karkerên Somalîyî di kargeh û dikanên xwe de rastî êrîşekê man. Di êrîşên bi vî rengî de dîyar e ku bi taybetî zimanê ku di medyayê de dihê bikaranîn ew zimanê tûj û têra xwe nijadperest her wiha zimanê hin rayedarên hukumet û muxalefetê bandorê li ser van êrîşan dike. Bi taybetî di êrîşa li Enqereyê de ya ku li ser karkerên Somalîyî pêk hat berîya wê rojekê rojnameya Sozcuyê bi sernivîsa ‘Zikê Enqereyê bû Somalî’ nûçeyek weşand. Em bi eşkerahî dibînin ku bandora medyayê li ser van êrîşan gelek zêde ye. 
Di serdema pandemîyê de ji sedî 83 ji karkerên penaber jîyana xwe ji dest da û piranîyên wan ji ber ku bi awayekî nefermî dihatin xebitandin ji tu derfetên sosyal û civakî sûd wernegirtin.
      Piştî ku me yek bi yek binpêkarîyên li ser karkerên demsalî, penaber û koçberan rêz kirin niha;
Em bang dikin ! 
-Bila ji bo paleyan derfetên karpêkirinên cihî ava bibin û pale bi awayekî xwecihî bikaribin bixebitin !
-Bila li cihên ku lê dixebitin mafên wan ên herî bingehîn bi taybetî jî şertên cihê mayînê werin temînkirin 
-Bila ewlehîya wan a kar û tendirustîyê were bidestxistin. 
-Divê rê li gotinên nijadperestî bihê girtin û bila cezayên sucên nijadperestî û neyartîyê bi qasî ku li ser sucdaran poşmanîyekê ava bike mezin be.
-Divê pêşî li ber saetên xebatê yên dirêj bihê girtin, bi qasî ku saeta kar di hefteyekê de herî zêde bibe 45 saet pergaleke nû bihê avakirin.
-Divê sererastkirinên zagonî ku dê ewlehîya paleyan temîn bike bihê kirin. 
-Li ser rewşa hiqûqî ya penaberan divê sînordarkirinên erdnîgarî yên ku li Peymana Cinevê(1951) hatîye zêdekirin bihê rakirin û li gorî rêgeza ‘qedexeya cihêkarîyê’ divê bi awayekî bêşert statu bihê dayîn.
-Divê kirarî û rêya qeydên ewlehîya sosyal a karkerên koçber ên penaber bihên hêsankirin û divê dema ku kardêr serî lê nede jî serlêdana karkerên penaber û koçber a li Sazîya Ewlehîya Sosyal jî derbasdar be û ji alîyê wan ve bihê qebûlkirin.
-Divê pêşî li gotinên neyartî û nijadperestî yên ku medya di der heqê penaberan de bi kar tîne bihê girtin. Divê neyê hiştin ku medya penaberan li ber çavên civakê reş bike.
-Bila penaber ji alîyê hukumetê ve wekî amûreke şantajê neyên dîtin.
-Muxalefeta Tirkîyeyê dema rexneyên xwe li hukumetê dike bila penaberan wekî amûreke muxalefetê bi kar neyîne.
-Divê karkerên penaber wekî hêzeke erzan a karkirinê neyê dîtin.
 Komeleya Çavdêrîya Koçê