Vîzyon û Mîsyon

 

 

 

Komeleya Çavdêriya Koçberiyê, piştigiriyê dide kesên ku mafên wan ên mirovahiyê hatine binpêkirin û ji bo wan mafên xwe cardin bi dest bixin li ber xwe didin. Di vê çarçoveyê de Komeleya Çavdêriya Koçberiyê wek armanc, bi wan kesên ku li ser rêya dadê dimeşin û dixwazin mafên xwe bi dest bixin re dixebite. Her wiha di civakê de li ser xalên mafên mirovan îxlalên ku tên kirin tespît dike û di bîrgeha civakê de van îxlalan ji bo aştî û demokrasîbûna civakê xurt û bihêz bibe tomar dike. Bi van kirin û xebatan re hewl dide ku kesên ku mexdûr dibin, mexdûriyetên wan bide destnîşankirin û di pînekirin û tedavîkirina van mexdûriyetan de cih bigire.

 

 

 

Komeleya Çavdêriya Koçberiyê bi giştî li ser koçkirinê û bi taybetî jî li ser koçberiya ku bi darê zorê hatiye kirin radiweste. Ji bo têkilî û hevgirtineke civakî di navbera kesên ku bi darê zorê hatine koçkirin û ji bo ku mexdûrên koçberiyê cardin bikaribin di rewşên heq û însanî de bijîn û daxwazên xwe bi awayeke xurt û zelal bînîn ziman piştigiriya kesên koçber dike. Li ser van armancan Komeleya Çavdêriya Koçberiyê di sala 2016’an de li Stenbolê hatiye damezrandin.

 

 

 

Komeleya Çavdêriya Koçberiyê di bingehê de koçberiya navxweyî û koçberiya navnetewî ya ku ji welatekî ber bi welatekî din ve pêk tê de kesên ku koçber dibin û ji civakê dûr dikevin, cardin bîne li gel hev û ew koçberiya ku bi darê zorê hatiye serê wan bi xwe re çi trajedî ava kiribin van trajediyan ji bo raya giştî re aşkera bike û ji bo rêxistinan van kesên koçber wek toreke civakî hatiye damezrandin û di vî warî de xebatên xwe dimeşîne.

 

 

 

Komeleya Çavdêriya Koçberiyê ji bilî qeydkirin û tomarkirina van trajediyan û şahidbûna wan wek peywir û armanc dixwaze raya giştî der heqê van mijaran de agahdar bike. Komeleya Çavdêriya Koçberiyê di wê bîr û baweriyê de ye ku koçberiya bi darê zorê pêkanînên dîrokî û civakî ne. Li ser vê bîr û baweriyê Komeleya Çavdêriya Koçberiyê dixwaze rayedarên dewletê di valakirin û şewitandina gundan de berpirsiyariyên xwe bipejirînin û ji bo ku kesên bi darê zorê hatine koçkirin cardin bikaribin vegerin cihên xwe yên berê divê ji hêla rayedarên dewletê ve xisarên wan ên madî û manewî werin tezmînkirin. Komeleya Çavdêriya Koçberiyê ji bo tezmînkirina van mafan wek armanc hewl dide ku komeke demokratîk ava bike û li ser rayedarên dewletê hêzeke demokratîk û bibandor ava bike.

 

 

 

 

 

Di vê Çarçoveyê de Armancên Komeleya Çavdêriya Koçberiyê bi Kurtasî Wiha Tên Ravekirin;

 

 

 

-Di bingeha koçberiyê de sedemên civakî, îqtîsadî, sîyasî, çandî, demografîk, ekolojîk hene. Komeleya Çavdêriya Koçberan dixwaze li ser van sedeman lêkolînan bike û encamên van lêkolînan ji raya giştî re aşkera bike.

 

 

 

-Komeleya Çavdêriya Koçberan dixwaze li ser koçberiyê lêkolînan bike an jî bi destên hin kes an jî saziyên din lêkolînan bide kirin û encamên van lêkolînan bişopîne û encaman ji bo raya giştî aşkera bike.

 

 

 

-Pirsgirêkên kesên ku koçber dibin yên wek; starbûn, xwarin, tendiristî, kar û perwerdehiyê dema werin çareserkirin Komeleya Çavdêriya Koçberan jî dixwaze tevlî van xebatên çareserkirinan bibe û di navbera mexdûrên koçberiyê de ji bo hevgirtin û piştgirtina wan xizmet bike toreke têkiliyê ava bike.

 

-Komeleya Çavdêriya Koçberan wek armanc dixwaze li ser hemû mirovên ku koçber bûne beyî ku wan li ser netew, ol, reng, zayend, mezheb, fikir û ramanên sîyasî û olî ji hevdu veqetîne tenê ji ber ku wek mirovan hemû kesên koçber bûne di nav şert û mercên rûmetdar de bijîn lêkolîn û peyîtandinan bike û di van mijaran de raya giştî agahdar bike.

 

 

 

-Ji bo kesên ku koçber bûne bikaribin nirxên xwe yên civakî û çandî biparêzin û bi pêş ve bibin alavên cur bi cur peyda dike; ji bo ku çand û folklora herêmî were parastin çalakiyên bo parastina van xalan li dar dixe û piştgiriyê dide çalakiyên ku bi vî rengî tên lidarxistin.

 

 

 

-Her wiha Komeleya Çavdêriya Koçberiyê dixwaze sazî û dezgehên din ên ku li ser mijara koçberiyê dixebitin re têkiliyeke bikêr ava bike û ji bo birêveçûna kar toreke giştî biafirîne.