Rêzname

 

RÊZIKNAMEYA KOMELEYA ÇAVDÊRIYA KOÇBERIYÊ

 

 

Nav û Navenda Komeleyê

 

Xal 1-Navê Komeleyê: “Komeleya Çavdêriya Koçberiyê” ye.

         Navenda komeleyê li Stenbolê ye. Ji bilî navêndê dê şaxên din ên komeleyê neyên vekirin.

Armanca Komeleyê û Ji Bo Ku Ev Armanc Werin Pêkanîn Mijarên Xebatên Ku Dê Komele Bi Rê Ve Bibe, Têşeyên Wan û Qada Xebatan

 

Xal 2- Armanca komeleyê ew e ku; bêyî ku mirov ji hêla nîjad, ol, ziman, zayend, biryarên cînsî, û temen ji hev werin veqetandin bê cîyewazî mafên hemû mirovan li ser hemû bîrdozî û nihêrtînên sîyasî û cîhanê digire dest û di vî warî de xebatên xwe dike. Li ser peymanên navneteweyî yên ku di der barê mafên mirovan de hatine pejirandin û her wiha li ser rê û rêgezên ku di qada navneteweyî de ji bo mafên mirovan hatine pejirandin, koçberiya navxweyî û ya navneteweyî digire dest û di vî warî de xebatên xwe dimeşîne. Her wiha ev komele ji bo ku pirsgirêka koçberiyê çarnûsan ava bike, rê û rêzgezên çareseriyê bibîne, di vî warî de polîtîkayên nû ava bike û yên heyî jî xurt bike û hemû encamên ku derdikevîn holê bigihêjîne raya giştî hatiye avakirin.  

 

Mijar û Teşeyên Xebatên Ku Dê Komele Bi Rê Ve Bibe

 

Komele li ser mijara koçberî û penabertiyê li ser bingeha heqî û mafên mirovan de dema pêwîst bibîne dikare li ser van mijaran lêkolîn û xebatên tematîk bike. Ji bo ku Komele karbibe armanca xwe pêk bîne, li gel berçavgirtina birêvebirina xwe dikare di van xalên ku di jêr de hatine rêzkirin kar û xebatan bike.

 

1-      Li ser mijara koçberî û penabertiyê de çavdêrî û lêkolînên zanistî dike û dide kirin. Her wiha di vê qadê de pêşketin û guherînên ku derdikevin holê dişopîne û ji bo raya giştî jê haydar bibe aşkere dike û li ser vê bingehê dikare navendên lêkolînan ava bike û lêkolînan pêk bîne.

 

 

2-      Ji bo ku karibe pêşketin û guherînên ku li ser koçberî û penabertiyê di qada navxweyî û navneteweyî de derdikevin bişopîne û ji bo avakarên polîtîkayan û raya giştî agahdar bike pêşniyarên polîtîkayan amade dike,

 

 

3-      Komele ji bo ku karibe armanca xwe pêk bîne, bi çi agahî, belge, dokumendan û weşanan pêwîstiyekê bibîne dikare wan peyda bike û di vî warî de dikare navenda dokumendekê jî ava bike. Ji bo ku karibe kar û xebatên xwe belav bike û bigihîjîne raya giştî dikare rojname, kovar, pirtûk, bultenên nûçeyan biweşîne û dikare ji bo danasîna kar û xebatên xwe kartên bi wêneyên rengîn, afîş û belavokan çap bike û di vî warî de dikare alavên diyariyan jî ji bo danasîna xwe bi kar bîne. Ji bilî van dîsa ji bo danasîn û belavbûna kar û xebatên xwe dikare weşanên bi nivîskî û bi dîmenî pêk bîne û pirtûkên di vî warî de biweşîne û navendên weşanan ava bike.

 

 

4-      Ji bo karibe armancên xwe pêk bîne weşanên pêwîst diweşîne û pêk tîne; konferans, panel, danişînên giştî, sempozyum û civînan pêk tîne. Pêşangeh, pêşbirk, civînên xwarinê, kokteylan li dar dixe û ji bo ku karibe armancên xwe pêk bîne beşdarî çalakiyên ku li jor hatine nivîsîn dibe.

 

 

 

5-      Li ser mijarên koçberî û penaberiyê komele, hem ji bo daneyên xebat û lêkolînên xwe û hem jî ji bo daneyên xebat û lêkolînên kesên din ên ku di van mijaran xebitîne bi standina destûra wan re bigihîne hevdu û bingeheke daneyan ava bike ku raya giştî bi awayeke belaş karibe bigihîje van daneyan, navend û bingeheke daneyan ava bike kar û xebatan dike. Piştî avakirina navendeke bi vî rengî re komele dê vê bingehê bişopîne û daneyan nû bike.

 

 

6-      Ji bo ku Komele karibe armancên xwe pêk bîne heke pêwîstî bibîne dikare weqf an jî federasyonekê ava bike an jî dikare tevlî weqf an jî komeleyeke heyî bibe.

 

 

7-      Ji bo ku komele karibe armancên xwe pêk bîne û ji bo vê yekê jî ji bo ku qadeke xebatê ya bi rêkûpêk ava bike dikare alavên teknîk, xwemîrî û qirtasiyê peyda bike.

 

 

8-      Piştî ku destûrên pêwîst bên sitandin dikare kampanya û xebatên alîkariyê li dar bixe û dikare ji nav welêt û ji derveyî welêt bexşan qebul bike.

 

 

9-      Ji bo ku komele karibe armancên xwe yên rêziknameyê pêk bîne dahatên ku pêwîst dikin peyda bike dikare dezgehên bazirganî, îqtîsadî û pişesaziyê ava bike.

 

 

10-  Ji bo ku endamên komeleyê jê sûd wergirînin û dema xwe ya vala tijî bikin dikare lokal, damezranên civakî û çandî ava bike û van damezranan bi rê ve bibe.

 

 

11-  Ji bo fealiyetên komeleyê dikare mal û milkên ku guhêzbar û yên neguhêzbar bikire, bifiroşe, bide kirê, kirê bike û li ser van mal û milkên heyî dikare daxwaziyên heqên xwe bike.

 

 

12-  Ji bo ku karibe armancên xwe pêk bîne heke pêwîstî û pêdiviyekê bibîne dikare di nav sînorên welêt de û li welatên din de weqf û federasyonan ava bike an jî tevlî weqf û federasyonên heyî bibe û her wiha bi standina destûrên pêwîst re dikare damezranên ku komele dikarin damezrînîn li welêt an jî li derveyî welêt damezrîne.

 

 

13-  Komele dikare fealiyetên navneteweyî bike û tevlî xebatên bi vî rengî bibe û her wiha dikare bibe endama komele û saziyên ku di qadên navneteweyî de dixebitin û bi wan re xebatên hevpar bike û bi wan re şirîkatiyeke alîkariyê ava bike.

 

 

14-  Ji bo ku karibe armancên xwe pêk bîne heke pêwîstiyek çêbibe, piştî ku hikmên qanûna 5072 ya Damezrandin û Têkiliya Di Navbera Komele û Weqfan ya Bi Sazî û Dezgehên Dewletê re bide ber çavan dikare di mijarên hevpar de bi sazî û dezgehên dewletê re proje û xebatên hevpar bimeşîne.

 

 

15-  Komele dikare ji bo pêdiviyên endamên xwe yên zerûrî wek; xwarin, cil û berg û pêdiviyên din peyda bike û dikare ji bo pêdiviyên krêdiyên wan ên maweyên wan kin sindoqan deyne.

 

16-  Li cihên pêwîst dikare nûnertiyan veke.

 

17-  Komele dikare, di qadên ku nehatine qedexekirin û bi armancên komeleyê re têkîldar in de bi komele û weqfên din, sendîka û sazî û dezgehên mîna van yên sîvîl û civakî re ji bo armanceke hevpar û giştî pêk were platforman ava bike.

 

       Qada Fealiyeta Komeleyê

Komele di qadên civakî, aborî û çandî de di nav sînorên Tirkiyê de û ji derveyî sînorên Tirkiyê de kar û xebatên xwe dimeşîne.

Mafê Endamtiyê û Kirariyên Endamtiyê

Xal 3- Her kesê ku ehlê fêl be û di çarçoveya armanc û rêgezên komeleyê de qebûl bike ku bixebite û şert û mercên ku di mewzûatê de tên nivîsandin pêk bîne dikare bibe endamê vê komeleyê. Ev kes dibe ku kesên rasteqîn bin û dibe ku jî kesayetên hikmî bin. Lê belê ji bo ku kesên biyanî yên rasteqîn bikaribin bibin endamê vê komeleyê divê li Tirkiyê mafê wî/wê yê rûniştin û niştecîhbûnê hebe. Ji bo endamtiya rûmetê ev şert ne pêwîst e.

 

Serîlêdana endamtiyê bi aweyeke nivîskî ji serokatiya komeleyê re tê nivîsandin. Ev serîlêdana ku hatiye kirin ji hêla rêveberiya komeleye vê herî zêde di nav 30 rojî de erenî an neyînî divê bê biryarkirin. Biryar jî bi awaeyeke nivîskî ji kesê/a ku serîlêdan kiriye re tê şandin.

Kesê/a ku serîlêdana wî/wê hatiye pejirandin êdî dibe endamê komeleyê û divê di vê çarçoveyê de ew kes di lênûskê de were qeydkirin.

Endamên komeleyê yên resen, avakarên komeleyê û piştî serîlêdana endamtiyê kesên ku ji hêla rêveberiyê ve hatine pejirandin in.

Kesên ku ji hêla madî û manewî alîkarî û piştgiriya komeleyê bikin bi biryara rêveberiya komeleye re dikarin bibin endamê komeleyê yên rûmetê.

 

Ji Endamtiyê Derketin

 

Xal 4-  Her endam piştî ku bi awaeyeke nivîskî daxwaza xwe ji rêveberiya komeleyê re vegot mafê wî/wê heye ku ji endamtiya komeleyê derkeve. Daxwaznameya endamê ku dixwaze ji komeleyê veqete di wê kêlîka ku ew daxwazname gihîşt destê rêveberiya komeleyê ve ji komeleyê vediqete. Ji endamtiyê derketin nayê wateya ku dê deynên wî/wê kesî/ê biqedin. Heke kesa/ê ku ji endamtiya komeleyê derdikeve deyndarê komeleyê be divê deynên xwe bide dîsa. 

 

Ji Endamtiyê Avêtin

 

Xal 5- Şert û mercên ji endamtiya komeleyê avêtin

 

1-      Kiryarên li dijî rêziknameya komeleyê,

2-      Pêkneanîna kar û berpirsiyariyên ku dikevin li ser milan,

3-      Li gel hişyarên nivîskî jî heke aîdata endamtiyê neyê dayîn,

4-      Pêkneanîna biryarên ku ji hêla dezgehên komeleyê ve bên dayîn.

      5-Windabûna mafên endamtiyê.

 

    Heke ev şert û mercên ku li jor hatine rêzkirin yek ji wan jî ji hêla endamekê/î pêk were ew endam bi bîryara rêveberiya komeleyê ve ji komeleyê tê avêtin.

 

Endamên ku bi daxwaza xwe ji komeleyê vediqetin an jî endamên ku bi biryara rêveberiya komeleyê ve ji komeleyê tên avêtin ji lênûska ku qeydiyên endaman tên kirin de navê wan tên jêbirîn û her wiha nikarin ji mal û hebûnên komeleyê daxwaza heq bikin.

        

Dezgehên Komeleyê

 

Xal 6- Dezgehên komeleyê li jêr hatine rêzkirin

 

1-      Lijneya Giştî

2-      Lijneya Rêveberiyê

3-      Lijneya Pişkinan

 

Şiklê Avabûna Lijneya Giştî ya Komeleyê, Dema Civînê û Şêweya Bangewazî û Civînê

 

Xal 7- Lijneya giştî, di nav dezgehên komeleyê de ya herî bi bandor e. Ev lijne ji endamên ku di komeleyê de qeydkirîne pêk tê. Lijneya Giştî;

 

1-    Wek ku di vê rêziknameyê de hatiye aşkere kirin di dema xwe ya asayî de,

 

2-      Heke lijneya rêveberiyê an jî lijneya pişbiran hewcedariyekê bibîne an jî ji nav endamên komeleyê de ji 5 paran parek serîlêdaneke bi nivîskî bike lijneya rêveberiyê bi awayeke ne asayî endamên komeleyê ji hêla lijneya rêveberiyê ve tên civandin. Heke lijneya rêveberiyê lijneya giştî li hevdu necivîne; bi serîlêdana endameke/î komeleyê dadgerê silhê dikare 3 endamên komeleyê ji bo ku lijneya giştî bidin hevdu û civînê pêk bînin, peywirdar bike.

 

Lijneya giştî ya asayî, ji sê salan carekê di nav meha Avrêlê de dicive. Roj, demjimêr û cihê civînê ji hêla lijneya rêveberiyê vê tê diyarkirin.

 

Binyadên Bangewaziyê*

 

Lijneya rêveberiyê li gorî rêziknameya komeleyê, lîsteya endamên ku xwedî mafên beşdarbûna lijneya giştî bibin amade dike. Divê berî ku lijneya giştî bicive herî kêm 15 roj pêşiya civînê endamên ku xwedî mafên beşdarbûna lijneya giştî ne werin haydarkirin. Ji bo endamên komeleyê yên ku dê beşdarî civîna lijneya giştî bibin divê roj, demjimêr, cih û rojeva civînê herî kêm di yek rojnameyê û di malpera komeleyê de were aşkerekirin. Ji bilî van divê roj,demjêr, cih û rojeva civînê bi awayeke nivîskî jî ji endaman re were birêkirin. Li gel van ev agahiyên civînê her wiha divê bi rêya e-maîl û telefona endaman re jî ji wan re werin şiyandin an jî bi rêya weşanên xweser divê ev agahî bigihîjin endaman.

 

Heke bi vê bangewaziya ku tê kirin de beşdarbûneke asayî çênebe û ji ber vê sedemê civîn pêk neyê divê agahiyên civîna nû jî dîsa ji endaman re werin vegotin. Di van agahiyan de civîna duyem dê kîjan roj, demjimêr û cihî de were kirin divê endam jê werin haydarkirin. Divê navbera civîna yekem û ya duyem ji 7 rojan ne kêmtir û ji 60 rojan jî ne zêdetir be.

 

Heke civîn ne ji ber kêmasiya beşdarbûna endaman ji ber sedemeke din pêk neyê û were taloqkirin divê ev rewş bi tevlî sedema ku civîn pêknehatiye re ji endaman re were aşkerekirin. Dema ev rewş ji endaman re were aşkerekirin divê li gorî rêgezên bangewaziya beşdarbûnê yên ku li jor hatine rêzkirin were vegotin. Civîna duyem, piştî ku civîna yekem hate betalkirin divê teqez di nav 6 mehan de were kirin. Endam, ji bo civîna duyem li gorî rêgezên ku di fiqreya yekêm de hatine destnîşankirin tên vexwendin.

Civîna lijneya giştî ji bilî du caran şûn de nayê taloqkirin.

Binyadên Civînê*

 

Lijneya giştî, piştî ku endamên wê yên ku xwedî mafên beşdarbûna vê civînê ne bi pirranî beşdarî civînê bibin li hev dicive. Lê belê dema ku ji bo guherîna rêziknameyê an jî ji bo fesxbûna komeleyê ev civîn pêk were divê ji nav endamên heyî ji sê paran du parên wan beşdarî civînê bibin. Heke hejmara ku tê xwestin di civîna yekem de li hev necivin, di civîna duyem de ev rêjeya hejmarê nayê xwestin. Lê belê dîsa jî kesên ku beşdarî vê civîna duyem dibin, divê hejmara wan ji du qatê endamên lijneya rêveberî û pişkinan ne kêmtir be.

 

Lîsteya endamên ku xwedî mafên beşdarbûna civîna lijneya giştî ne, di cihê civînê de divê amade be. Endamên ku dê bikevin cihê civînê, nasnameyên wan yên ku ji hêla dezgehên fermî ve hatine dayîn an ji hêla lijneya rêveberiyê ve an jî ji hêla kesên ku li ser navê lijneya rêveberiyê hatine peywirdarkirin ve tên qontrolkirin. Endam, piştî ku di nav lîsteya ku ji hêla lijneya rêveberiyê ve hatiye amadekirin de navên xwe bibînin û li hemberî navên xwe îmzeya xwe biavêjin dikarin beşdarî civînê bibin.

 

Heke ji bo civînê rêjeya beşdarbûnê pêk hatibe ev rewş bi rêya zabitnameyekê ve tê peytandin û civîn, an ji hêla serokê/a lijneya rêveberiyê ve an jî bi endamekî/e lijneya rêveberiyê ya/yê ku ji hêla serokê/a lijneya rêveberiyê ve hatiye peywirdarkirin ve tê destpêkirin. Heke ji bo civînê rêjeya beşdarbûnê pêk nehatibe divê ev rewş jî dîsa ji hêla lijneya rêveberiyê ve bi zabitnameyekê ve were peytandin.

 

Piştî destpêkirina civînê, ji bo ku civînê bi rê ve bibin serokek, wekîlên serok û nivîsyarek tê hilbijartin û bi van kesan dîwanek tê avakirin.

 

Ji bo hilbijartên ku ji bo dezgehên komeleyê tên kirin de endamên ku raya xwe diavêjin divê nasnameyên xwe nîşanî heyeta dîwanê bidin û di lîsteya ku hatiye amadekirin û li ber destê heyeta dîwanê de ye divê li hemberî navên xwe îmzeyên xwe biavêjin.

 

Berpirsiyariya birêvebirin û ewlehiya civînê eydî serokê/a dîwanê ye.

 

Di civîna lijneya giştî de tenê xalên ku di rojevê de ne tên nirxandin û axaftin. Lê belê heke ji nav endamên ku beşdarî civînê bûne de ji deh paran parek bi awayeke nivîskî daxwaz bikin ku mijarek bikeve rojevê û were nirxandin divê ew mijar jî bikeve rojevê û were nirxandin.

 

Di civîna lijneya giştî de ji bo her endamekî/e tenê mafekî bikaranîna dengdayînê heye. Her endam divê bi xwe dengê xwe bide.

Endamên rûmetê dikarin beşdarî civîna lijneya giştî bibin lê bes nikarin di hilbijartinê de dengê xwe bidin. Heke kesên hikmî bibin endam divê serokê/a lijneya rêveberiya wan kesên hikmî an jî hin kesên din ku ji hêla rêveberiya wan ve hatine peywirdarkirin deng bidin.

 

Mijarên ku di civînê hatine nirxandin û biryarên ku hatine sitandin li zabitnameyekê tên nivîsandin. Piştî ku zabitname hat nivîsandin ew zabitname ji hêla serokê/a dîwanê û nivîsyaran ve tê îmzekirin. Piştî civînê, zabitname û hemû belgeyên din radestî serokê/a lijneya rêveberiyê tê kirin. Berpirsiyariya parastina wan belgeyan eydî serokê/a lijneya rêveberiyê ye. Serokê/a lijneya rêveberiyê divê van belgeyan di nav heft rojan de radestî rêveberiya nû bike.

 

Şikl û Binyadên Biryarsitandin û Dengdayîna Lijneya Giştî

 

Xal 8- Di lijneya giştî de heke biryareke dijraber nehatibe dayîn, dengdayîn bi awayeke aşkere tê kirin. Di dengdayîna aşkere de, metoda ku ji hêla serokê/a lijneya giştî ve hatiye diayrkirin tê bikaranîn.

Heke hewcedarî bi dendayîna veşartî çêbibe, kaxiz û pisûlayên ku ji hêla serokê/a civînê ve hatine mohrkirin radestî endaman tên kirin. Endam piştî ku li ser wan pisûla an jî kaxizan dengê xwe didin wan kaxiz û pisûlayan diavêjin qutiyên vala û piştî ku dendayîn diqede ew kaxiz û pisûla bi awayeke aşkere tên jimartin û encam tê ragihandin.

  Biryarên lijneya giştî, ji nav endamên ku beşdarî civînê bûne de bi pirraniya wan ya mutleq ve tên sitandin. Lê belê ji bo ku biryarên fesxbûna komeleyê an jî guherîna rêziknameyê werin sitandin divê di nav endamên ku beşdarî civînê bûne ji sê paran du parên wan erê bikin.

 

Biryarên Ku Bê Civîn û Bê Bangewazî Tên Sitandin*

 

  Beyî ku hemû endamên komeleyê werin li gel hev, biryarên ku bi awayeke nivîskî tên sitandin û hemû endamên komeleyê beyî ku ji bilî binyadên bangewaziyên ku di rêziknameyê de hatine nivîsandin werin li gel hev û biryaran bistînin ev biryar dikevin nav vê beşê.

Bi vî awayî biryarên ku tên sitandin nakevin şûna civîna asayî.

 

Karbidestî û Peywirên Lijneya Giştî

 

Xal 9- Ev xalên ku li jêr hatine rêzkirin ji hêla lijneya giştî ve tên nirxandin û tên encamkirin.

 

 

1-      Hilbijartina dezgehên komeleyê

2-      Guherîna rêziknameya komeleyê

        

3-      Nirxandina raporên lijneyên rêveberî û pişkinan û şofandina lijneya rêveberiyê.

 

4-      Nirxandina budçeya ku ji hêla lijneya giştî ve hatiye amadekirin. Piştî nirxandinê lijneya giştî dikare budçeyê wek ku hatiye amadekirin jî bipejirîne û dikare piştî guherînan tê de pêk bîne jî bipejirîne.

 

5-      Lijneya giştî dikare ji bo kirîna malên guhêzbar yên ku ji bo komeleyê pêwîst in, lijneya rêveberiyê rayedar bike û her wiha mal û milkên komeleyê yên guhêzbar jî bi heman şiklî dikarin bên firotin.

 

6-      Gerînedetiyên ku ji hêla lijneya giştî ve ji bo xebatên komeleyê tên amadekirin ji hêla lijneya giştî ve tên nirxandin. Piştî nirxandinê lijneya giştî dikare van gerînedetiya wek ku hatine amadekirin jî pipejirîne û her wiha dikare tê de guherînan pêk bîne û wiha jî bipejirîne.

 

7-      Lijneya giştî, ji bo endam û serokên lijneya rêveberiyê û pişkinan yên ku ne xebatkarên dewletê ne, dê çi qas destmiz û pêdanî bistînin û ji bilî van pêdanî, zewade û tezmînetên ku ji bo xizmetên komeleyê tên xerçkirin û her wiha endamên ku ji bo kar û barên komeleyê hatine peywirdarkirin dê çi qas destmiz û zewade bistînin diyar dike.

 

8-      Biryara ku komele tevlî federasyonekê bibe an jî ji federasyonekê veqete ji hêla lijneya giştî ve tê sitandin.

 

9-      Biryara ku komele dê di qada navneteweyî de bixebite û beşdarbûna wê ya komeleyên ku li derveyî sînorên tirkiyê ne an jî ji nav van komele û dezgehan veqetandina wê ji hêla lijneya giştî ve tê sitandin.

 

10-  Biryara ku komele weqfekê ava bike ji hêla lijneya giştî ve tê sitandin.

 

11-  Biryara fesxbûna komeleyê ji hêla lijneya giştî ve tê sitandin.

 

12-  Lijneya giştî, nirxandina pêşniyarên lijneya rêveberiyê dike û van pêşniyaran piştî nirxandinê tesdîk dike.

 

13-  Peywirên din yên ku di mewzûatê de ji bo ku lijneya giştî bike hatine nivîsandin pêk tîne.

 

     Lijneya giştî venihêrtina dezgehên komeleyê yên din dike û her tim bi sedemên heq re dikare peywira van dezgehan bi dawî bike.

Lijneya giştî, ji bo erêkirina endaman û ji bo ku endamek ji komeleyê bê avêtin biryara dawî dide. Lijneya giştî di nav hemû dezgehên komeleyê de ya herî rayedar e lewma kar û peywirên ku dezgeheke din negirtibe ser xwe divê ev lijne pêk bîne.

 

          Birêxistin, Peywir û Karbidestiyên Lijneya Rêveberiyê  

 

Xal 10- Lijneya rêveberiyê wek pênc endamên esil û pênc endamên cîgir ji hêla lijneya giştî ve tê hilbijartin.

Lijneya rêveberiyê piştî hilbijartinê di civîna xwe ya yekem de bi biryarekê karbeşiyekê dike û bi vê karbeşiyê re serokek, debîrek, hesêbgirek, endamek tê diyarkirin.        

  Heke di nav endamên esil yên lijneya rêveberiyê de ji ber ku endamek îstîfa bike an jî ji ber sedemeke din valahiyek çêbibe ji nav endamên cîgir yên ku di civîna lijneya giştî de herî zêde deng sitandine divê ji bo peywirê werin vexwendin.  

Karbidestî û Peywirên Lijneya Rêveberiyê

 

   Lijneya rêveberiyê kar û peywirên ku li jêr hatine rêzkirin pêk tîne.

 

        

1-      Lijneya rêveberiyê komeleyê temsil dike û di vî warî de dikare ji bo temsiliyeta komeleyê endamên xwe peywirdar bike.

 

2-      Hesabên dahat û lêçûnên komeleyê dike û ji bo serdema bê budçeyekê amade dike û vê budçeyê radestî lijneya giştî dike.

 

3-      Ji bo kar û xebatên komeleyê gerînedeteyan amade dike û van gerînedetayan ji bo pejirandinê radestî lijneya giştî dike.

 

4-      Bi peywirdarkirina lijneya giştî re dikare mal û milkên neguhêzbar bikire, mal û milkên guhêzbar û neguhêzbar yên ku eydî komeleyê ne dikare bifiroşe, dikare avahî û tesîsan bide avakirin, peymanên kirê çêke û ji bo sûda komeleyê dikare îpotekan çêke û heqên eynî damezrîne.

 

5-      Li cihên ku pêwîstî pê hebin dikare nûnertiyan veke.

 

6-      Biryarên ku di lijneya giştî de tên sitandin lijneya rêveberiyê pêk tîne.

        

7-      Di dawiya her sala fealiyetê de, tabloya birêvebirina hesabên komeleyê amade dike an jî li gel bîlanço û tabloya dahatan raporeke ku xebatên lijneya rêveberiyê rave dike amade dike û dema lijneya giştî dicive li wir radestî lijneya giştî dike.

 

8-      Peyitandina budçeyê pêk tîne.

 

        

9-      Ji bo ku kesek bibe endamê/a komeleyê an jî kesek jî endamtiya komeleyê were avêtin di vî warî de biryaran distîne.

 

10-  Ji bo ku armancên komeleyê pêk werin di her warî de biryaran distîne û wan biryaran pêk tîne.

 

11-  Kar û peywirên din yên mewzûat dispêre ser wan pêk tîne û di warî de karbidestiyên xwe pêk tîne.

 

Birêxistin, Peywir û Karbidestiyên Lijneya Pişkinan  

 

Xal 11- Lijneya Pişkinan ji sê endamên esil û ji sê endamên cîgir pêk tên û ev endam ji hêla lijneya giştî ve tên hilbijartin.

    Heke di nav endamên esil yên lijneya pişkinan de ji ber ku endamek îstîfa bike an jî ji ber sedemeke din valahiyek çêbibe ji nav endamên cîgir yên ku di civîna lijneya giştî de herî zêde deng sitandine divê ji bo peywirê werin vexwendin.

Karbidestî û Peywirên Lijneya Pişkinan

 

Lijneya pişkinan; armancên ku di rêziknameya komeleyê de hatine aşkere kirin û ji bo ku ev armanc pêk werin xebatên ku tên kirin û yên ku dê werin kirin li gorî binyadên mijarên xebatan dipişkîne û komele di vî warî de fealiyêtên xwe dimeşîne an nameşîne qontrol dike. Her wiha lênûsk, hesab û qeydiyên ku tên kirin li gorî mewzûatê û li gorî rêziknameya komeleyê tên kirin an nayên kirin qontrol dike û li ser binyadên esas û rêgezên ku di rêziknameya komeleyê de hatiye destnîşankirin di navberên ku ji salekê ne zêdetir be de dipişkivîne û encamên venihêrtinên xwe wek raporekê radestî lijneya rêveberiyê dikin. Ji bilî lijneya rêveberiyê vê raporê dema ku lijneya giştî dicive radestî wan jî dike.

 

Lijneya pişkinan heke hewcedariyekê bibîne dikare daxwaza bangewaziya civîna lijneya giştî bike.

 

Çavkaniyên Dahatên Komeleyê

 

Xal 12- Çavkaniyên dahatên komeleyê li jêr hatine rêzkirin.

 

1-      Aîdata Endaman: Ji her endamekî/ê salê 20 TL pere tê sitandin. Ji bo ev hejmar were zêdekirin an jî kêmkirin lijneya giştî rayedar e.

 

2-      Kesên rasteqîn û kesên hikmî bi daxwazên xwe ji bo komeleyê alîkarî û bexşan dikin ev jî bo komeleyê dahatinekê çêdike.

 

3-      Dahatên ku ji civînên xwarin û çayê, geşt û seyranan, konseran, pêşbirkên sporan û konferansan yên ku ji hêla komeleyê ve tên lidarxistin.

 

4-      Dahatên ku ji hebûnên mal û milkên komeleyê tên bidestxistin.

 

5-      Li gorî hikmên mewzûata berhevkirina alîkariyê, bexş û alîkariyên ku tên berhevkirin jî ji bo komeleyê dahatinek e.

6-      Ji bo ku komele karibe armancên xwe pêk bîne dahata ku jê re pêwîst dike bi rêya bazirganiyê jî tê bidestxistin. Di vî warî de komele dikare ji bo dahatên ku jê re pêwîst dike peyda bike tesîsên bazirganiyê veke. Pereyên ku ji vir jî tên ji bo komeleyê dibin dahatinek.

 

7-      Dahatên din.

 

Binyad û Bingehên Komeleyê yên Lênûsknivîsandinê û Rê û Rêzikên Van Lênûskan*

 

Xal 13-  Bingehên Lênûsk Nivîsandinê

Li komeleyê, li ser bingeha birêvebirina hesabên komeleyê lênûsk tên nivîsandin. Lê belê heke dahata brut ya salane li gorî xala 31’emîn a Gerînedetiya Komeleyan sînora ku hatiye diyarkirin derbas bike divê bi destpêka serdema hesabgirtina din ve li gorî bingehên bîlançoyê ev lênûsk werin nivîsandin.

 

Piştî ku derbasî bingeha bîlançoyê bûn şûn de, li ser hev di du serdemên hesabgirtinê de heke komele di bin vî sînorê ku li jor hatiye diyarkirin bikeve dikare cardin bi destpêka sala ku tê re derbasî hesabgirtina birêvebirina xwe bibe.

Komele dikare ji bilî van rê û rêgezên ku li jor hatine nivîsandin bi biryara lijneya rêveberiyê re li ser bingeha bîlonçoyê dest bi girtina lênûskan bike.

 

Heke komele cihekî bazirganiyê veke divê ji bo vî cihê bazirganiyê jî ji bilî lênûskên heyî lênûskeke ku li gorî hikmê Bingeh û Qanûnên Bacê jî bigire.

 

Bingehên Qeydgirtinê

  Lênûsk û qeydiyên komeleyê li gorî bingeh û rêgezên Gerînedetiya Komeleyan tên girtin û nivîsandin.

Lênûskên Ku Dê Werin Nivîsandin

Li komeleyê ev lênûskên ku li jêr hatine rêzkirin tên nivîsandin.

a) Li ser bingehên birêvebirinê lênûskên ku dê werin girtin û rêgezên ku dê werin pêkanîn li jêr hatine rêzkirin:

1-Lênûska Biryaran: Biryarên lijneya rêveberiyê li gel dîroka ku biryar hatine sitandin bi hejmarên rêzkirî li vê lênûskê tên nivîsandin û biryar ji hêla endamên ku beşdarî civînê bûne ve tên îmzekirin.

2-Lênûska Qeydkirina Endaman: Kesên ku dibin endamên komeleyê agahiyên wan ên nasnameyê li vê lênûskê tên nivîsandin, dîroka ketina wan ya komeleyê û ya ji komeleyê derketin jî dîsa li vê lênûskê tê nivîsandin. Her wiha komele dikare aîdatên endamên xwe yên ku bi ketina komeleyê re û yên ku mehane didin jî li vê lênûskê binivîsin.

3-     Lênûska Qeydkirina Ewrakan: Ewrakên ku tên komeleyê û yên ku ji komeleyê derdikevin li gorî dîrok û rêza xwe li vê lênûskê tên nivîsandin. Ewrakên ku tên eslê wan, yên ku diçin cihekî din jî copyên wan tên dosyakirin. Bi rêya e-maîlê ve ewrakên ku tên û yên ku diçin piştî ku tên nivîsandin tên veşartin.

4-     Lênûska Hesabê Birêvebirinê: Dahatên ku li ser navê komeleyê tên komeleyê û lêçûnên ku li ser navê komeleyê diçin divê bi awaeyekî aşkere û birêkûpêk li vê lênûskê werin nivîsandin.

5-     Lênûska Qeydiyên Belgeyên Girtekan: Belgeyên girtekan divê li gel hejmara wan a rêzê û seriyê bên nivîsandin. Dema ev belge bên nivîsandin divê nav, paşnav û îmzeyên kesên ku van belgeyan digirin an jî îade dikin jî bên nivîsandin. Her wiha dîroka girtin û îadeya belgeyan jî li vê lênûskê tên nivîsandin.

 

6-Lênûska Alavên Xwemîriyan: Alavên xwemîrî yên ku eydî komeleyê ne, di kîjan dîrokê de hatine peydakirin, şiklê wan û cihên ku tên bikaranîn û maweya wan a bikaranînê divê li vê lênûskê bê nivîsandin. Her wiha yên ku maweya wan a bikaranînê diqedin jî divê ji nav qeydiyan de were jêbirin û ev jêbirin jî divê li vê lênûskê bê nivîsandin.

Girtina Lênûska Qeydiyên Belgeyên Girtekan û Lênûska Alavên Xwemîriyan ne mecburî ye.

 

b) Li gorî bingeha bîlançoyê lênûskên ku dê werin girtin û rêgezên ku dê werin pêkanîn li jêr hatine rêzkirin:

 

1-      Di nav girêka (a)’yê de girêkên ku di bin girêkên 1,2 û 3’emîn de hatine destnîşankirin de lênûskên ku qeydkirîne heke li ser bingeha bîlançoyê lênûsk bên girtin divê ew jî bên nivîsandin û girtin.

2-      Lênûska Yewmiyeyê û Lênûska Mezin: Binyada girtin û qeydkirina vê lênûskê li gorî Binyadên Qanûna Bacê û bi rayedariya ku ev Qanûn dide Wezareta Maliyetê re Bikaranîna Teblîxên Hesabgiriyê yên Giştî re tên kirin.

Erêkirina Lênûskan

Lênûskên ku divê teqez li komeleyê werin hiştin (Ji bilî Lênûska Mezin), berî ku werin bikaranîn divê ji hêla gerînendeya komeleyan a bajaran an jî ji hêla noterê ve werin erêkirin.

 Ev lênûsk heta ku rûpelên wan xelas nebin divê werin bikaranîn û di navberê de erêkirin pêk nayê.

   Lê belê Lênûska Yewmiyeyê ya ku li gorî bingeha bîlançoyê tê girtin berî ku meha dawîn a sala ku tê bikaranîn were divê her sal were erêkirin.

Tabloya Dahatan û Sererastkirina Bîlançoyê

   Heke li ser bingeha hesabê birêvebirinê qeyd werin kirin di dawiya her salê de (31 Berfanbar) (Li gorî xala ku di Gerînedetiya Komeleyan Pêvek-16 de hatiye diyarkirin) “Tabloya Hesabê Birêvebirinê” tê sazkirin.

    Heke li ser bingeha bîlançoyê lênûsk bên girtin jî divê di dawiya her salê de (31 Berfanbar), li gorî rêgezên Teblîxên Pêkanîna Pergala Giştî ya Hesabgiriyê ya ku ji hêla Wezareta Maliyetê ve hatiye weşandin tabloyên dahatan û bîlançoyê werin amadekirin.

Kirariyên Dahat û Lêçûnên Komeleyê *

Xal 14- Belgeyên dahat û lêçûnan;

Dahatên komeleyê, (Li gorî xala ku di Gerînedetiya Komeleyan Pêvek-17 de hatiye diyarkirin) bi “Belgeya Girtek”an ve tên tehsîlkirin.

   Heke dahatên komeleyê bi rêya bankayan ve werin tehsîlkirin dekont an jî kurteyên hesaban yên ku ji hêla bankayan ve tên amadekirin jî li şûna belgeyên girtekan derbas dibin.

Lêçûnên komeleyê jî bi belgeyên wek; fatore, fişên firotana bêserûber, makbuzên pişeyên serbest ve tên kirin.

Lê belê sencandinên komeleyê yên ku di bergeha xala 94’emîn a Qanûna Dahatên Bacê de cih digirin jî divê li gorî rêgezên vê qanûnê pêk werin. Her wiha li gorî vê qanûnê sencandinên ku dê werin kirin li gorî hikmên Binyadên Qanûnên Bacê bi pisûlaya lêçûnê ve tên kirin. Ji bo sencandinên ku nakevin nav bergeha vê qanûnê jî (Li gorî xala ku di Gerînedetiya Komeleyan Pêvek-13 de hatiye diyarkirin) divê belgeyên wek “Makbûzên Lêçûnan” an jî “Dekontên Bankayan” werin amadekirin û ev belge wek belgeyên xerckirinê werin destnîşankirin.

Heke ji hêla komeleyê ve ji bo sazî û dezgehan bêbedel alîkariya mal û xizmetan bê kirin (Li gorî xala ku di Gerînedetiya Komeleyan Pêvek-14 de hatiye diyarkirin) divê ev alîkarî û xizmetên ku tên kirin bi “Belgeya Teslîmkirina Alîkariyên Eynî” ve werin kirin. Heke ji hêla kes, sazî an jî dezgehan ve ji bo komeleyê alîkariya bêbedel ya mal û xizmetan were kirin jî divê teslîmsitandina van mal û xizmetan jî (Li gorî xala ku di Gerînedetiya Komeleyan Pêvek-15 de hatiye diyarkirin) bi rêya “Belgeya Sitandina Bexşên Eynî” ve werin qebûlkirin.

Divê ev belge; li gorî rêgezên ku di Pêvek-13, Pêvek-14 û Pêvek-15’an de hatine diyarkirin teşe û ebadên wan werin çêkirin. Divê 50 hejmarên van belgeyan ên esil bi maddeya karbon ve û 50 hejmarên wan jî ji pêlên qoçanan ve werin amadekirin û wiha werin cîltkirin. Form an jî formên herdemî yên ku dê wein çapkirin divê her tim li gorî van rêgezan werin çapkirin.

Belgeyên Girtekan

“Belgeyên Girtekan” yên ku dê di tehsîlatên komeleyê de werin bikaranîn (Li gorî xala ku di Gerînedetiya Komeleyan Pêvek-17 de hatiye diyarkirin) bi biryara lijneya rêveberiyê ve ji hêla çapxaneyê ve tên çapkirin.

Çapkirin û qontrolkirina belgeyên girtekan, ji çapxaneyê wergirtina wan û li lênûskan qeydkirina wan li gorî hikmên Gerînedeteyên Komeleyan pêk tên. Her wiha ev belge dema ku di navbera hesêbgiran de werin dewrkirin jî dîsa divê li gorî hikmên van rêgezan were tevgerandin. Dema ku bi van belgeyên girtekan ve li ser navê komeleyê ji hêla hin kesan ve dahatek were komeleyê, di vî warî de bikaranîna van belgeyan û teslîmkirina wan dahatan jî dîsa divê li gorî rêgezên Gerînedeteyên Komeleyan pêk werin.

 

Belgeyên Rayeyan

Ji bilî endamên lijneya rêveberiyê yên esil kes an jî kesên ku li ser navê komeleyê dahatan tehsîl bikin divê li gel maweya rayedariya wan ve rayedarbûna wan ji hêla lijneya rêveberiyê ve were erêkirin.

Di nav “Belgeya Rayeyan” de nasnameya kesên ku ji bo komeleyê dahatan tehsîl dikin bi awayekî aşkere tê diyarkirin. Di vî warî de nav û paşnavên wan kesan, îmzeya wan û wêneyên wan (Li gorî xala ku di Gerînedetiya Komeleyan Pêvek-19 de hatiye diyarkirin) di vê belgeyê de tê bicihkirin û wek du nusxe tên nivîsandin. Piştî ku bi vî şiklî hatin nivîsandin jî ji hêla serokê/a lijneya rêveberiyê ve tên erêkirin. Endamên lijneya rêveberiyê yên esil ev belge tune bin jî dikarin ji bo komeleyê dahatan tehsîl bikin.

Maweya belgeyên rayeyan ji hêla lijneya rêveberiyê ve herî zêde wek salekê tên diyarkirin. Belgeyên ku maweyên wan tijî bibin li gorî fiqreya yekemîn divê werin nûkirin. Heke maweyan belgeyên rayeyan biqedin an jî kesên ku bi van belgeyan hatine rayedarkirin dev ji peywira xwe berdin, bimirin an jî ji kar û peywira xwe bên avêtin divê di nava heftiyekê de ev belge radestî lijneya rêveberiyê werin kirin. Ji bilî van lijneya rêveberiyê kengî bixwaze dikare rayeya ku ji bo komeleyê dahatan dide berhevkirin betal bike.

 

Maweyên Veşartina Belgeyên Dahat û Lêçûnan;

Ji bilî lênûskan, belgeyên girtekan, belgeyên xerçkirinê û belgeyên din ên ku ji hêla komeleyê ve tên bikaranîn bi parastina maweyên ku di qanûnên taybet de hatine diyarkirin re li gorî lênûska ku tê de hatine qeydkirin divê li gorî hejmar û dîroka qeydkirinê 5 salan werin veşartin.

Dayîna Danezanan*

Xal 15- Encamên Fealiyetên komeleyê yên berî salekê û kirariyên dahat û lêçûnan ên dawiya salê (Li gorî xala ku di Gerînedetiya Komeleyan Pêvek-21 de hatiye diyarkirin) wek “Danezana Komeleyê” ji hêla lijneya rêveberiya komeleyê ve tê tijîkirin û di nav her çar mehên yekemîn ên her salê de ji hêla serokê komeleyê ve radestî zabitgeriya kargêriya welatî yên mehellî tên kirin.

Berpirsiyariya Agihandinê*

 

Xal 16- Agihandinên ku dê ji hêla amirtiya welatî ve werin kirin;

 

Ragihandina Encamên Lijneya Giştî

    Di nav 30 rojên ku civînên lijneya giştî yên asayî û awarte pêk tên de, endamên ku ji bo lijneya rêveberî û pişkinan û ji bo dezgehên din hatine hilbijartin (Li gorî xala ku di Gerînedetiya Komeleyan Pêvek-3 de hatiye diyarkirin) di Ragihandina Encamên Lijneya Giştî de tên nivîsandin û ev encam divê radestî amiriya kargêriya welatiyê bên kirin.

Heke di civîna lijneya giştî de rêzikname were guherîn; divê zabitnameya civîna lijneya giştî, xalên rêziknameyê yên berê û yên ku hatine guherîn, rêziknameya ku hemû rûpelên wê ji hêla endamên lijneya rêveberiyê ve hatine îmzekirin wek şiklê xwe yê dawî, di nav maweya ku di vê fiqreyê de hatiye diyarkirin divê li gel pêvekeke nivîskî ve radestî amiriya kargêriya welatiyê were kirin.

 

Ragihandina Malên Neguhêzbar

Malên neguhêzbar yên ku komele bi dest dixe piştî ku tapoyên wan hatin tomarkirin şûn de di nav 30 rojî de (Li gorî xala ku di Gerînedetiya Komeleyan Pêvek-26 de hatiye diyarkirin) divê li gel belgeya “Ragihandina Malên Neguhêzbar” ve ev tişt ji amiriya kargêriya welatiyê ve were ragihandin.

 

Ragihandina Alîkariyên Ku Ji Derveyî Welêt Tên

Heke ji hêla komeleyê ve ji derveyî welêt alîkarî bê wergirtin berî ku ev alîkarî bê wergirtin divê (Li gorî xala ku di Gerînedetiya Komeleyan Pêvek-4 de hatiye diyarkirin) belgeya “Ragihandina Alîkariyên ku ji Derveyî Welêt Tên” were tijîkirin û ev belge radestî amiriya kargêriya welatiyê bê kirin.

Alîkariyên dirafî heke bi rêya bankayan ve werin wergirtin berî ku ev alîkarî bên bikaranîn divê di serî de şerta ragihandinê pêk were.

Ragihandina Guherînan

Heke di cihê komeleyê de guherînek pêk were (Li gorî xala ku di Gerînedetiya Komeleyan Pêvek-24 de hatiye diyarkirin) divê belgeyeke bi navê “Ragihandina Guherîna Cihnişînê” were amadekirin. Her wiha ji bilî civîna lijneya giştî guherînên ku di nav dezgehên komeleyê de pêk werin jî divê belgeyeke bi navê “Ragihandina Guherînên ku di nav dezgehên komeleyê de pêk hatine” were amadekirin. Piştî ku ev belge hatin amadekirin bi guherînê re di nav 30 rojî de divê ev belge radestî amiriya kargêriya welatî bên kirin.

Guherînên ku di rêziknameya komeleyê de tên kirin jî piştî ku ev guherîn pêk hatin şûn de bi civîna lijneya giştî re di nav 30 rojî de divê di nav ragihandina encamên lijneya giştî de ji amiriya kargêriya welatiyê ve were ragihandin.

 

 

Vekirina Nûneriyan *

Xal 17- Komele heke pêwîstiyekê bibîne ji bo kar û fealiyetên komeleyê bi rê ve bibe bi biryara lijneya rêveberiyê ve dikare cihên ku pêwîstiyê pê dibîne de nûnertiyan veke.

   Navnîşana komeleyê ji hêla kesê ku ji hêla lijneya rêveberiyê ve wek nûnerê/a wê nûnertiyê hatiye hilbijartin ve divê bi awayeke nivîskî ji amiriya kargêriya welatiyê ya ku cihê nûnertiyê lê ye re were ragihandin. Nûnertî, di nav lijneya giştî ya komeleyê de nayê temsîlkirin.

Venêrîna Komeleyê ya Navxweyî

Xal 18- Di komeleyê de bi lijneya giştî, lijneya rêveberiyê û lijneya pişkinan ve venêrîna navxweyî dikare bê kirin û her wiha ji bilî van komele heke bixwaze dikare venêrîna navxweyî bi sazî û dezgehên venêrînê yên serbixwe jî bide kirin.

Heke vênerîna navxweyî ji hêla lijneya giştî, lijneya rêveberiyê an jî ji hêla sazî û dezgehên serbixwe bên kirin jî ev nayê wê wateyê ku berpirsiyariya lijneya pişkinan ji holê radibe.

Ji hêla lijneya pişkinan ve herî dereng di salê carekê de vênerîna komeleyê tê kirin. Lijneya giştî an jî lijneya rêveberiyê heke hewcedariyekê bibînin dikarin bi xwe jî vênerînekê bikin an jî bi sazî û dezgehên serbixwe jî venêrînê bidin kirin.

 

Binyadên Deyndarbûna Komeleyê

  

Xal 19- Komele ji bo ku karibe armanca xwe pêk bîne û fealiyetên xwe bi rê ve bibe dema pêdiviya wê çêbibe bi biryara lijneya giştî re dikare deyn bistîne.

Ev deyndarbûn çawa bi mal û xizmetên ku kirîna wan li ser binyada krediyan e çêdibin her wiha bi perayan jî pêk tê. Lê belê ev deyndarbûn divê budçeya dahatên komeleyê derbas neke û ji bo deyndayînê komeleyê nexe tengasiyê.

 Rêziknameya Komeleyê Di kîjan Rewşan De Tê Guherîn

  Xal 20- Guherîna rêziknameyê bi biryara lijneya giştî re pêk tê.

Ji bo ku di lijneya giştî de rêzikname were guherîn divê di nav endamên ku mafê wan ê beşdarbûna civîna lijneya giştî heye de zêdebûneke bi rêjeya 2/3 pêk were.

Heke ji ber ku ev rêjeya ku tê xwestin di civînê de li hev necive û ji ber vê civîn were taloqkirin di civîna duyemîn de ev rêjeya zêdebûnê nayê xwestin. Lê belê hejmara endamên ku beşdarî vê civînê dibin divê ji du qatên endamên lijneya rêveberî û pişkinan ne kêmtir bin.

Ji bo guherîna rêziknameyê divê ji nav endamên ku mafê wan ê tevlîbûna civîne heye û dikarin di vî warî de dengê xwe bidin de ji sê parên wan 2 par erê bikin. Di civîna lijneya giştî de hilbijartina guherîna rêziknameyê bi awayeke aşkere tê kirin.

 Fesxkirina Komeleyê û Şiklên Tesfiyeyên Hebûnên Malên Komeleyê

         Xal 21- Lijneya giştî, her tim dikare biryara fexkirina komeleyê bide.

Ji bo ku di lijneya giştî de mijara fesxkirina komeleyê were nirxandin divê ji nav endamên ku xwedî mafên beşdarbûna civîna lijneya giştî ne de ji sê parên wan 2 par di wê civînê de hebin.

Heke ji ber ku ev hejmar pêk nehatiye civîna yekem were taloqkirin di civîna duyemîn de li vê hejmarê nayê nihêrtin. Lê belê hejmara endamên ku beşdarî vê civînê dibin divê ji du qatên endamên lijneya rêveberî û pişkinan ne kêmtir bin.

Ji bo ku biryara fesxkirina komeleyê were dayîn rêjeyeke hejmarîn ya endaman heye. Ev rêje ji nav endamên ku di hilbijartinê de xwedî mafên bikaranîna dengdayînê ne de ji 3 parên wan 2 par in. Di lijneya giştî de hilbijartina fesxkirina komeleyê bi awayeke aşkere tê kirin.

 Kirariyên Tesfiyeyê

Heke ji hêla lijneya giştî ve biryara fesxkirina komeleyê bê dayîn, tesfiyekirina mal, pere û mafên komeleyê yên heyî ji hêla lijneya tesfiyeyê ve ya ku ji endamên lijneya rêveberiyê ya dawîn pêk hatine ve tên kirin.

Ev kiryarên ku li jor hatine qalkirin dema ku lijneya giştî biryara fesxkirina komeleyê da an jî dema ku komele ji ber xwe kar û barên xwe bi dawî kir şûn de tên destpêkirin.

Di pêvajoya tesfiyekirinê de hemû kiryarên ku tên kirin divê bi ibareya “Di Rewşa Tesfiyekirinê De Komeleya Çavdêriya Koçberan” re werin kirin.

Lijneya Tesfiyekirinê li ser bingehên mewzûatê ji bo kiryarên pere, mal û mafên komeleyê tesfiyê bike ji serî heta dawiyê peywirdar û berpirsiyar e.

   Ev lijne di serî de hesabên komeleyê di ber çavan de derbas dike. Piştî çavdêrî û nirxandinan; lênûskên eydî komeleyê, belgeyên girtekan, belgeyên xerçkirinê, qeydên topo û bankayan û belgeyên din ên ku eydî komeleyê ne tespît dike. Piştî van tespîtan hebûn û berpirsiyariyên komeleyê dinivîsînin û van nivîsan dikin zabitnameyek.

Dema kiryarên tesfiyekirinê pêk tên bang li wan kesên ku komele deyndarê wan e tê kirin. Heke malên komeleyê yên ku karibin bikin pere hebin bi wî şiklî komele deynê xwe dide wan kesan.

Heke pereyên komeleyê li derve hebin ev pereyên ku li derve mane tên tehsîlkirin. Piştî ku ji wan kesên deyndar hemû pere hatin sitandin şûn de pere, mal û mafên ku di komeleyê de mane bi giştî di civîna lijneya giştî de dewrî cihê ku lijne diyar dike tê kirin.

Heke di civîna lijneya giştî ji bo dewrkirinê cihek nehatibe diyarkirin bajarê ku komele lê ye û dema hatiye fesxkirin de komeleya xwedî herî zêde endaman be divê ew pere, mal û maf dewrî wê komeleyê bên kirin.

Kiryarên girêdayî tesfiyekirinê giş di zabitnameya tesfiyekirinê de tên destnîşankirin. Kiryarên tesfiyekirinê, heke amiriyên kargêriyê yên welatî ji ber sedemeke rewa maweyeke zêdetir nedabe komeleyê divê komele di nav sê mehan de van kiryaran pêk bîne.

Piştî ku pere, mal û mafên komeleyê hatin tesfiyekirin û ev kiryarên tesfiyekirinê xelas bûn şûn de bi xelasbûna van kiryaran re divê lijneya tesfiyekirinê di nava 7 rojan de bi nivîsekê vê rewşê ji amiriya kargêriyê ya welatî ya ku bajarê ku komele lê ye re ragihîne. Her wiha divê teqez li gel vê nivîsê zabitnameya tesfiyekirinê jî bê şandin.

Belge û lênûskên komeleyê li ser navê lijneya tesfiyekirinê divê ji hêla lijneya rêveberiyê ya dawîn ve werin parastin û veşartin. Lijne, dikare vê peywirê bide endamekî lijneya rêveberiyê jî. Maweya veşartin û partastina van belgeyan 5 sal in.

 

        Kemasiya Hikman

Xal 22- Dema ku xisûsên ku di vê rêziknameyê de nehatine destnîşankirin derkevin pêşberî komeleyê, komele dê van xisûsan li gorî “Qanûna Komeleyan”, “Qanûna Şarezayiyê ya Tirkan” û “Gerînedetiya Komeleyan” ya ku bi hikmên van qanûnên rêzkirî derketiye holê û li gorî mewzûatên komeleyan dê tevbigere.

 Xala Demdemî 1- Heta ku civîna yekem a lijneya giştî li hev bicive û dezgehên komeleyê pêk werin lijneyeke demdemî ya rêveberiyê dê komeleyê temsîl bike, hemû kar û barên komeleyê dê bi rê ve bibe. Ev lijneya rêveberiyê ya giştî li jêr hatiye nivîsandin.

 

 Endamên Lijneya Rêveberiyê ya Demdemî;

 

Nav û Paşnav       :  Pênasa Peywirê              :

 

Pelin Oral :                          Seroka Lijneya Rêveberiyê :

Bilal Yıldız:                    Sekreter: 

Mehmet Zana Kibar:      Hesêbgir:

 

Zübeyde Nupel:             Endama Lijneya Rêveberiyê:  

    Dilan Salık:                    Endama Lijneya Rêveberiyê: 

    Dicle Göya:                   Endama Lijneya Rêveberiyê:              

    Melike Tokatlıoğlu :       Endama Lijneya Rêveberiyê

 

Ev rêzikname ji 22( bîstûdu) xal û ji 1(yek) xala demdemî pêk hatiye.